PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê ku ketiye destê artêşa Tirkiye û komên çekdar, ji ber kontrolkirina deriyê sînor şer derketiye.
Li gorî çavkaniyê herêmê koma çekdar ya bi navê Ehrar El-Şerqiye û koma Cebhe El-Şamiyê ji bo kontrolkirina deriyê sînor şer kirin. Herwiha piştî şer jî çekdaran li bajar qedexeya derketina derve ragihand. Derbarê kuştî û birîndarên wî şerê çekdaran de zanyarî nehatin bidestxistin.
Hêjayî gotinê ye gelek caran komên çekdar di nav xwe de, li ser dabeşkirina dahatên herêmên dagirkirî bi hev dikevin û heta hevdi dikujin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin