PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku wan dest bi amadekariyên kongreya xwe ya 14an kiriye û Serokê Lijneya Amadekariya Kongreyê jî hatiye diyarkirin.
Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Îdrîs Hadî weke Serokê Lijneya Amadekariya Kongreya 14an diyar kiriye ku ew weke Serokê Lineya Amadekariya Kongreyê hatiye erkdarkirin. Biryar e di demeke nêzîk de rênimayên destpêkirina karên Kongreya 14an li polîtburoyê were dayîn û dest bi amadekariyan bikin.
Kongreya 13 ya PDKê di meha Sibata 2010an de li Hewlêrê hatibû kirin, lê Kongreya 14an ji ber şerê DAIŞê û rewşa herêmî û belavbûna vîrusa Koronayê, hatibû paşxistin.
Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî beriya niha ragihandibû ku wê di 26ê Gulana 2021an de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) kongreya xwe ya 14an li dar bixe, lê ji ber encamdana hilbijartinên Parlamentoya Iraqê, kongre dîsa hatibû paşxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin