PeyamaKurd-Di herêma Mertalê Firatê de artêşa Tirkiyê ket ber êrîşa YPG ê û 2 leşker birîndar bûn. Li gor çapemeniya Tirkiyê; YPG êrîşê artêşê kiriye lê ji aliyê YPG ê de ti agahî nehat dayîn.
Li gor çapemeniyê li devera Azezê ev êrîş pêkhat. Leşkerên birîndar birin nexweşxaneya bajarê Kîlîsê ya dewletê. Li ser vê bûyerê artêşa Tirkiyê bi topan li çeperên YPG ê dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin