Polês mudaxeleyî mesa HezKurdê kir: Gellek kes hatin desteserkirin

Polês mudaxeleyî mesa HezKurdê kir: Gellek kes hatin desteserkirin

Peyama Kurd – Hereketa Zimanê Kurdî (HezKurd)ê li bajarê Şernexê, bi mebesta şermezarkirina heqaretên li Pêşengê Kurd Şêx Seîd mezeke protestoyî pêk anî lê belê polêsan mudaxeleyî girseya meşdar kir û di encamê de gellek meşdar hatin desteserkirin.

Hate ragihandin ku di nav kesên hatiye desteserkirin de Berpirsê Têkiliyên Dîplomasî yê HezKurdê Fethullah Elçî jî heye.

Berpirsê HezKurdê Fethullah Elçî, piştî mudaxeleyê bi ser rûpela xwe ya medya civakî peyamek belav kir û da zanîn ku ew û 2 rêvebirên HezKurdê û gellek kesên ku beşdarî meşê bûne hatine desteserkirin.

Hate ragihandin ku kesên hatine desteserkirin birine asayîşa polêsan a navenda Slopyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin