Iraq | Hejmartina dengan a bi destan bidawî bû: Encam %100 weke hev derket!

Iraq | Hejmartina dengan a bi destan bidawî bû: Encam %100 weke hev derket!

PeyamaKurd – Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku li ser îtirazan dengên hilbijartina 10ê Cotmehê ya parlementoya Iraqê ji nû ve bi destan hatine hejmartin û hejmartina bi destan bi dawî bûye.

Di daxuyaniya nivîskî ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê de hatiye ragihandin ku hejmartina bi destan a dengan û ya elektronîkî ji sedî sed wekî hev derketiye.

Di hilbijartinên Iraqê de bi taybet Hevpemaniya Fetih ku Heşda Şeibî jî bi ser wê ve ye, kursiyên wan ji 48an daketibûn 160an û îtiraz li encamên fermî yên hilbijartinên Iraqê kiribûn ku deng bi destan ji nû ve bên hejmartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin