PeyamaKurd – Şaredariya bajarê Bedlîsê yê Bakurê Kurdistanê piştî bertekên zêde yên xelkê Bedlîsê û civaka Kurd tabelaya Kurdî ya ketin û derketina bajêr ji nû ve danî, lê ya avahiya şaredariyê hîn nedaniye.
Hat dîtin ku tabelaya ketin û derketina Bedlîsê bi Kurdî, Tirkî, Zazakî, îngilîzî û Erebî ji nû ve hatiye danîn.

Herwiha li ser nivîsa ‘Hûn bi xêr hatin bajarê Bedlîsê’ jî navê alimê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî wekî; Bediuzzaman Said-i Nursî’ hatiye nivîsandin.
Şaredarê Kurd navê ‘Bedlîsê’ siyasî dît û rakir: Bedlîsiyan bertek nîşan da
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin