PeyamaKurd – Li Afganîstanê tevî biryara agirbesta sê rojan a bo Cejna Qurbanê ya di navbera Talîban û Kabîl de, bomba hatin teqandin.
Berî agirbest dest pê bike bi saetan, li bajarê Pul-i Alem, erebeyek tije bomba hat teqandin. 17 kes hatin kuştin, 21 kes jî birîndar bûn.
Li gor Berdevkê Parêzgarê bajarê Logar da zanîn, erebe dema welatî bo cejnê alvêrê dikin, li cihekî qelebalix hatiye teqandin.
Herwiha polîsê herêmî diyar kir, armanca êrîşê, hêzên ewlehiyê bû lêbele metirsiya kuştiyên sîvîl jî çêbûye.
Talîban got, êrîş ji aliyê me nehatiye pêkanîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin