PeyamaKurd - Îranê careke dî guh neda civaka navnetewî û 3 kesên din ku yek ji wan Zeyneb Sekawenda 24 salî ye, bidarvekir.
Li gorî nûçeya Ajansa Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA), cezayê hersê mehkûman ên bi navê Zeyneb Sekawend, Hasan Hacilu û Selman Xan Alilu ku di dozên ku bi tawanê "mexsûs mirovkuştin" dihatin darizandin da cezayê îdamê xwaribûn, li Girtîgeha Urmiyeyê hat cîbicîkirin.
Sekawendê di 2012an da dema 17 salî bû, ji ber sedemê kuştina mêrê wê ku îdia dikir timî lê dida, hatibû girtin û dû ra dadgehê cezayê îdamê dabûyê.
Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî ji bo ku biryara îdamê ya der heqê Sekawendê da were sekinandin, kampanya dimeşand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin