PeyamaKurd- Li gor agahiyên ku di derbarê tûyan de ku ji aliyê Dr. Turan Karadeniz de tê dayîn, taybetmendiya tûyê ew e ku antîbiyotîke. Du rengên tûyê hene; reş û sipî.
Tûyên sipî şêrînin û tê de vîtamîna C heye. Meyweya tûyê, dimsê tûyê, xoşava tûyê û rîçala wê di tedawiya xurtkirina dil de, di tedawiya mîdê û rodiyan de tê bikaranîn. Tûyên sipî, dikin ku mîde û rodî baş bixebitin. Eger pelgên tûya sipî bê kelandin û vexwarin, îdrarê davêje derve û ava ku di bedenê de gihaye hev derdixe derve. Yên bi zikê birçî tûyên sipî bixun, kurma dixînin. Tû dibe alîkar ku hîssa westandinê di bedenê de nemîne.
Ya herî girîng pîrbûnê dereng dixe û dike ku çermê mirovî teze bimîne. Bo guatirê başe.
Karadeniz bo tûyên reş jî weha got:
“Tûyên reş xwînê çêdike. Bezê gurçikan xwedî dike, bo werma gewriyê başe. Bo nexweşîna çîçek û sorkan başe. Mîde û rodiyan xurt dike û îdrarê davêje derve. Eger mirov ava tûya reş di devê xwe de werde, bo îltîhaba nava dev, bo ya pidûyan, bo werma pidûyan û bo êşa gewriyê başe. Tûyên tirş bo nexweşîna şekir başe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin