Li Xezzayê xelaya dermanên pençesêrê

Li Xezzayê xelaya dermanên pençesêrê

PeyamaKurd- Li Xezayê dermanên pençeşêrê yên ku di kemoterapiyê de tên bikaranîn neman û doktor dawî li tedawiyan anîn.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el-Qudra ragihand ku di nexweşxaneya Rantîsî de, bi sedema ku dermanên di tedawiya nexweşên pençeşêrê de tên bikaranîn qediyane, bêçare mane ku dev ji tedawiya nexweşan berdin. Qudra got ku ji bilî dermanên pençeşêrê dermanên ku sîstema berevaniya bedenê qewî dikin, bi temamî nemane.

Bi vê sedemê jiyana temamê nexweşên pençeşêrê yên li Xezayê di talûkê de ne û divê jê re çare bê dîtin. Nexweşxaneya Rantîsî tenha nexweşxaneye ku nexweşên pençeşêrê tedawî dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin