PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê li avahiyê da ku ajansa fermî ya dewleta Tirkiyê ya bi navê Anadolu Ajansı jî tê de bû. Ajansa Anadolu di ser hesabê xwe yê twitterê de weha got:
“Artêşa Îsraîlê li avahiyê da ku baregeha Ajansa Anadolu jî tê de bû.”
Li gor agahiyên AA yê roket îsabetê avahiyê kiriye, rewşa tenduristiya xebatkaran başe, bê ku eşyayên xwe ji ofîsa xwe derxin baregehê terk kirine. Avahî ji aliyê balafirên şer yên Îsraîlê de hatiye lêdan û herî kêm 5 fuze lê dane. Avahî bi temamî roxiya ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin