PeyamaKurd- Hat îdiakirin Rûsya balafireka barhilgir a leşkerî, zêdetirî 100 leşkerî û 35 ton kel û pelên tibbî şandine Venezuelayê.
Li gorî zanyarîyên çapemenîya rûsî, Rûsyayê balafireka barhilgir a leşkerî û jeteka girêdayî wezareta berevanîyê şandîye Venezuelayê. Tê gotin ku balafir û jet li Balafirxaneya Navdewletî ya Simon Bolivar a li herêma Maiquetiayê danîne.
Hat dîyar kirin ku di jetê da zêdetirî 100 leşkerî û 35 ton kel û pelên tibbî hebûne. Ji alîyê din ve hat zanîn ku Fermandarê Payebilindê rûsî Vasily Tonkoshkurov fermandarîyê vê yekîneyê dike.
Dîmenên wê jetê li ser hesabên tora medyayî hatin belavkirin.
Demek berê Madurê ragihandibû ku dê Rûsya alîkarîyan bişîne
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin