PeyamaKurd- Piştî piştgiriya Amerîka û Fransyê, niha jî Îtalya wê piştgiriyê bide Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
Li gorî agahiyan ji bo piştgiriya YPGê Îtalyayê berî niha bi hefteyekê leşkerên xwe rêkirine herêma Dêra Zorê. Leşkerên Îtalyayê pêşiyê hatine Hesekê û ji wir jî derbasî herêma Dêra Zorê bûne. Li wir jî li Qada Neftê ya Umerê ya Dêra Zorê bi cih bûne.
Hijmara leşkerên Îtalyayê nehate zelalkirin, lê hat gotin ku wê li vê herêmê bi leşkerên koalîsyonê re tevbigerin.
Di Êlûna sala 2017an de bi operasyonekê Bakurê Dêra Zorê ketibû destê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de û ji wê rojê ve jî di destê HSDê de ye. Niha operasyonên HSDê yên li dijî IŞÎDê didomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin