WHO: Roja Înê hejmara pêketiyên vîrusa Korona rekor sikand

WHO: Roja Înê hejmara pêketiyên vîrusa Korona rekor sikand

PeyamaKurd – Li cîhanê hejmara kesên bi vîrusa Korona ketine her diçe zêdetir dibe. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) hejmara pêketiyên nû yên vîrusa Korona eşkere kir. Roja Înê hejmara pêketiyan rekor şikandiye.

WHO diyar kir, di 24 saetên dawî de li seranserê cîhanê 292,527 kes bi vîrusa Korona ketine.

Herwiha, pêketiyên nû, herî zêde li Amerîka, Brezîlya, Hîndistan û Afrîqa Başûr hatin tespît kirin.

Li gor agahîyên WHO, di meha Tîrmehê de rojane 5200 kes ji ber vîrusa Korona can didan ku ev hejmar di Hezîranê de 4600 bû.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin