PeyamaKurd –Televizyon Fox New a Amerîkî ragihand ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) li ser malpera xwe ya fermî derbarê haydarbûna ji vîrusa koronaya nû Covid-19 de, sererastkirin kiriye û diyar kiriye ku ew ne ji Çînê lê ji ser înternetê ji vîrusê haydar bûne.
Li gorî nûçeyê di 29ê Hezîranê de gelek guherîn di malpera fermî ya WHOyê de hatine kirin û ev yek jî radixe pêş çavan ku Çînê demeke dirêj hebûna vîrusa koronayê ji cîhanê veşartiye ku heta niha gelek rexne lê dihatin kirin.
Di guhertina ser malpera WHOyê de tarîxa 31ê Kanûna 2019an a haydarbûna ji vîrusê li Çînê hatiye jêbirin û di guhertina nû de hatiye gotin ku WHOyê ji daxuyaniyeke rayedarên Amerîkî ya malperekê haydar bûye.
Hêjayî gotinê ye, Serokê Amerîka Donald Trump ku ji ber vîrusa koronayê rexneyên tund li WHOyê dike, piştî ragihandina qutkirina têkiliyên bi WHOyê re 6ê Tîrmehê jî vekişîna Amerîkayê ji Rêxistina Tenduristiyê ragihandibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin