PeyamaKurd - Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî (WHO) belavbûna vîrusa Marburgê ragihand ku yekem pêketiyê wê vîrusê li welatê Guinea li parzemîna Afrîkayê hatiye dîtin. Hat diyarkirin ku ev vîrus ji malbata vîrusa Ebolayê ye û ji ajalan derbasî mirovan dibe.
Vîrusa Marburg çend nîşaneyên wê hene ku ji serêşî, jana li çogan, bilindbûna pileya germahiyê ya laşê mirov, herikîna xwînê ji çav û pozê mirov.
Ev cûre vîrus bi rêya meymûn û şevşevokan vediguhêze mirovan, herwiha ji mirovan jî derbasî mirovan dibe ku rêjeya mirina bi vîrusa Marburg %88 e.
Vîrusa Marburgê cara ewil di sala 1967an de li bajarê Marburg ê Almanyayê hatiye tomarkirin û bi wî navî tê nasîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin