PeyamaKurd- Serokê Amedsporê Nahît Eren, îro li tesîsên tîmê yên Diyarbekirê civîneke çapemeniyê li dar xist û li ser rewşa dawî ya Amedsporê û pankarta ku roja Şemiyê dema maça Hataysporê bo bîranîna Mustafa Kemal Ataturk hatibû vekirin, daxuyanî dan.
Nahît Eren, diyar kir ku ew pankarta bûye sedema nerazîbûnan ne bi biryara wan lê bi biryara Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê 7-8-9ê Mijdarê li hemû lîstikên fermî hatiye vekirin.
Eren, herwiha da zanîn ku ew bi Serokê Tîma Zaxoyê re jî di nav pêwendiyê de ye û got ku ew dixwazin Alîgirên Tîma Zaxoyê ya Futbolê wek baştirîn alîgir bên destnîşankirin û ji bo ku ev yek pêk were jî, dê hemî rengên alîkariyan peşkeş bikin ku alîgirên Zaxoyê ji bo pêşbaziya FÎFAyê ya baştirîn alîgirên cîhanê wek namzed hatine nîşandan.
Serokê Amedsporê diyar kir, wî bi rêya telefonê pêwendî bi serokê ZaxoSporê re daniye û jê re gotiye ku daxwaza Amedsporê jî ew e ku di pêşbaziya FÎFAyê ya baştirîn alîgiran de alîgirên Zaxoyê bi ser bikevin û ji bo vê yekê jî çi ji destê Amedsporê bê ew ê bikin.