PeyamaKurd – Karmendên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê piştî daxuyaniyên wezîr Suleyman Soylu ku îdia kiribû, “Cemîl Bayik ji Qendîlê fermana fînansekirina Amedsporê daye’ lêkolîn dan destpêkirin.
Li gorî zanyariyan, karmendên wezaretê li ser hemû hesab û belgeyên Amedsporê dest bi lêkolînê kirine.
Hat zanîn ku zêdeyî hefteyekê ye lêkolîn li ser hemû arşîv û belgeyên rêveberiya Amedsporê berdewam dike û dê rêveberiya Amedsporê jî piştî encamdana wan lêkolînan daxuyaniyekê bide raya giştî.
Soylu 11ê Mijdarê di civînekê de gotibû, Qendîlê fermaneke zelal bo Amedsporê daye ku her meh 400-500 hezar lîre ji bo wê were dabînkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin