PeyamaKurd – Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Hamaney li bajarê Îsfahanê xîtabê xelkê kir û got ku kesên tevlî kuştin, tehdîd û tehrîban bûne divê bên cezakirin. Hamaney behsa protestoyan ku ketine meha 3 yem kir û got wê serehildan bi dawî were, welat pêşde here û weha got:
“Serhildêr nikaribûn xelkê daxînin kolanan. Ji ber wê tevliheviyê dikin û hewl didin da hêzên asayîşê biwestînin. Wê biser nekevin û serhildan wê bi dawî bibe. Yên li Îranê tevliheviyê kirine Amerîka û rojavayîne. Li welatê me hinek di bin bandora wan de mane.
Kesên tevlî kuştin, zerardayîna malên giştî bûne û xelkê tehdîd kirine, divê li gor sûcên xwe bên cezakirin. Divê ev di rêya erka darazê de be. Kes nikare bi serê xwe ceza bide kesî.”
Hamaney negot bê heya niha 402 kesên ku ji aliyê hêzên asayîşê de hatine kuştin, di rêya darazê de hatine kuştin an bê darizandin hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin