Xemaney: “Muzakereyê bi Amerîkayê re qedexe dikim”

Xemaney: “Muzakereyê bi Amerîkayê re qedexe dikim”

PeyamaKurd - Rêberê dînî yê Îranê Xemaney, li ser pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump ku ragihandibû  ‘li ser peymaneke nû ya nukleerî ew dikarin bi Îranê re li ser maseyê rûnên’  bi awayekî tundî red kir.

Rêberê dînî yê Îranê Ayetullah Alî Xemaney, bi tundî bersiva pêşniyara Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku bang li Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî kiribû ku ew dikarin li ser peymaneke nû ya nukleerî li ser maseyê rûnên, da. Xemaney ragihand ku wî muzakereya bi Amerîkayê re qedexe kiriye.

Axaftina ku li ser televizyona dewleta Îranê hat weşandin, Xemaney radigihîne:  “Amerîkiyan bi sepandina mueyîdeyan re dû alternatif pêşkêş kirin: Şer yan jî muzakere…Şer dernakeve lê em dest bi muzakereyan jî nakin.”

Xemaney diyar kir ku: “Amerîka di muzakereyan de sozê ku dide pêknayîne û ‘tenê vala xeber dide’ bawerî bi Amerîkayê nayê, muzakereyên bi her şêweyekê bi Amerîkayê re dê zirarê bide Îranê.

Serokê Amerîkayê Donald Trump, di heyva gulanê de ji peymana nukleerî ya di sala 2015an de hatibû imzakirin vekişiya bû û mueyîdeyên nû li ser Îranê sepandibû

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin