Şanda Kurdistanê ji bo vegerandina kursiyên kotayê diçe Bexdayê

Şanda Kurdistanê ji bo vegerandina kursiyên kotayê diçe Bexdayê

PeyamaKurd- Hate ragihandin ku wê şandeke Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çawaniya vegerandina kursiyên kota yên pêkhateyên Parlamentoya Kurdistanê serdana Bexdayê û Dadgeha Federal a Iraqê bike.

Piştî rêkeftinên Tirkiye û Iraqê li ser pirsa ewlehî, aborî û siyasî ku tê gotin, Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan jî di civînên ligel berpirsên Iraq û Herêma Kurdistanê de nîgeraniya xwe ya derbarê hilweşandina kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê de nîşan daye.

Cîgira Serokê Partiya Çaksaziya Tirkmen Muna Qehweçî got: “Pêkhate ti demekê nebûne asteng li pêş proseya siyasî ya Herêma Kurdistanê û ti demekê jî nebûne beşek ji milmilaneyan. Ji ber wê jî pêwîste ew maf ji bo pêkhateyan bê vegerandin.”

Muna Qehweçî ji BasNewsê re gotiye, çûna wê şandê ku biryare gotûbêj li ser vê pirsê jî bê kirin, dê bibe pêngavek. Erdogan nîgeraniya xwe derbarê pirsa hilweşandina kursiyên kota yên Parlamentoya Kurdistanê de nîşan daye û diyar kiriye ji wê biryara Dadgeha Federal nîgerane. Di rastiyê de ew biryar bûye sedema binpêkirina mafê tirkmenan li Herêma Kurdistanê. Serok Barzanî berdewam helwesta wî ronî û eşkere ye, ku ew jî wiha ye, divê hemû pêkhate li Herêma Kurdistanê mafê beşdarbûna temam di proseya siyasî de hebe.”