Piştî dronên Rûsyayê hatin xistin, Trump got: “De haydê em destpêdikin”

PeyamaKurd – Serokê DYAyê Donald Trump li ser xistina dronên Rûsyayê daxwuyanî da û got:
“Rûsya bi dronan (İHA) îhlala seha hewayî ya Polonyayê kir, ev çiye? De haydê em destpêdikin.”
Daxwuyaniya Trump ket piştî êrîşên Rûsyayê, temamê Ewrûpa û NATO ketin nav hawarê. Gotinên Trump wekî destpêkirina şer hat ragihandin.
Polonya ragihandibû ku piştî Rûsyayê bi dronan li hedefên Ûkraynayê xistibû, gelek caran seha hewayî ya Polonyayê û Polonya dronên Rûsyayê xistibû. Sîstemên hewayî yên NATOyê jî xebitandibûn.
Varşova, vê tevgera Rûsyayê wekî êrîş bi nav kiribû û cara yekem daxilî şer bûbû. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê ragihandibû ku İHAyên wan Polonyayê nexistiye nav hedefa xwe.
Bu Haber 58 defa okunmuştur.




