Fitch Rating notên 14 bankayên Tirkiyê daxist
PeyamaKurd- Rêxistina Fitch Rating a navdewletî ku dereca baweriyê dide bankayanên dinyayê, notên 12 bankayên Tirkiyê û 2 bankayên giştî daxist û notên wan weka negatîv tên xuyan. Fithc vê derecedayînê piştî 12 ê tîrmehê ku notên Tirkiyê daxistibû, notên van bankayan jî li pey yên Tirkiyê daxist.
Fitch sedema daxistina notên bankayan weha nîşan da; eger di halê fînansmana derveyê welat de, bi neyînî tevegerekî çêbibe, rîska mudaxeleya hukumetê ya bankayan zêde dibe. Fitch Raiting notên bankayên Tirkiyê ji “BB-“ yê daxist ”B+” yê.
Bankayên notên wan yên Fitchê hatine daxistin ev in:
Türkiye Garanti Bankası AŞ, Yapı ve Kredi Bankası AŞ, Türk Ekonomi Bankası, QNB Finansbank AŞ, ING Bank AŞ, Kuveyt Türk Katılım Bankası, Alternatifbank AŞ, Türkiye Finans Katılım Bankası, Burgan Bank AŞ, ICBC Turkey Bank AŞ., BankPozitif Kredi û Kalkınma Bankası, Denizbank AŞ, Türkiye İhracat Kredi Bankası AŞ (Türk Eximbank) û Türkiye Kalkınma Bankası AŞ.ne.