Aborî
Rapor: Enflasyon û bihabûna li Iraqê 4 qatan ji ya Kurdistanê zêdetir e!
PeyamaKurd – Li gorî rapora saziya Mustaqbel a Iraqî li Iraqê rêjeya enflasyonê bi qasî 4 caran ji ya Herêma Kurdistanê zêdetir e.
Pisporê Aborîzan Menar El Ubeydî ku damezrînerê Saziya Mustaqbel e di rapora dawî de eşkere kiriye ku li Herêma Kurdistanê enflasyona bihayîyê ji sedî 3 ye lê li herêmên naverast û başûrê Iraqê rêjeya enflasyonê ji sedî 12 ye ku li Iraqê nirxê kirêyan, xurekan û perwerdehiyê ji ya Kurdistanê zêdetir e.
El- Ubeydî destnîşan kiriye ku her çiqas Herêma Kurdistanê rûbirûyî heman tengaviyên aborî dibe jî Hikûmeta Kurdistanê di têkoşîna dijî krîzê de serkeftî ye û ya Iraqê jî ne serkeftî ye.
Li aliyê din Lijneya Amaran a Kurdistanê jî eşkere kiriye ku zêdebûna enflasyonê di meha Nîsana borî de ji sedî 0,8 bûye.