Rûsya û Erebistana Saûdiyê peyamên stratejik yên bi 1,28 milyar dolarî îmza kirin
PeyamaKurd – Di Foruma Aboriya Navdewletî ya St. Petersburg de, di navberê de peymanan îmza kirin, Di mijaran de ewlehiya xidayan, firehkirina bazirganiyê, biyoteknolojî û hevkariya çandiniyê hene.
Jimara peymanan 14 ne û zebtên li hev kirinê îmza kirine. Van peymanan ji bo hevkariya her dû welatan gelek girîngin.
Li gor rayedarên Erebistanê; peyman perçeyekî ji vîsyona qraliyeta Erebistanê ya 2030an e. Dixawazin biyoteknolojiyê pêş bixin û xwe bigihînin sektorên esasî yên aboriyê û veberhênerên navdewletî bibin Erebistana Saûdiyê.
Cîgirê wezîrê çandiniya Erebistanê Mansur El-Muşaiti li ser peymanan axifî û got ku paketa hevkariyê di gelek sehayan de hatiye îmzakirin û got:
“Peymanên bi Rûsya re hatine îmzakirin, ji bo parastina heywanan rojanekirina deqandina heywanan ya veterîneriyê, ji bo pêşdebirina nesla pîlîçan û amadekirina gelek tiştnan e. Hinek peyman ji bo masî, karides û berhemên deryayê ne ji bo ku herin bazara Rûsyayê.
Şîrê deveyan û berhemên wan rêbazekî nû dixwaze da here baraza Rûsyayê, danasîna qehwa Erebistanê û firehkirina vexwarinên Erebistanê di nav peymanan de hene.