TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Dengê ‘Ey Reqîb’ li ser Çiyayên Alpê yên Swîsreyê olan da

Admin H
Nivîskar
📅 16 tîrmeh 2026 17:38

PeyamaKurd - Li herêma Lenkê ya li ser Çiyayên Alpê yên Swîsreyê, "Foruma Kurdnasiyê ya Navneteweyî" ku ji aliyê Akademiya Cûdî û Mala Kurdî ve hatibû amadekirin, bi dawî bû.

Ev çalakiya çandî û akademîk ku di navbera 11 û 15ê Tîrmehê de wekî formata "Kampa Havînê ya Akademîk" hate lidarxistin, bi bilindkirina alaya Kurdistanê û xwendina sirûda neteweyî ya Ey Reqîb dest pê kir.

Kordînatorê forumê Fethî Kaya diyar kir ku armanca wan ne tenê pêşkêşkirina nîqaşên zanistî yên giran bû, lê belê wan xwestiye ku mêvan di atmosfereke germ de çand, muzîk û xwarinên kurdî jî tecrube bikin.

Beşdariya navneteweyî û nîqaşên li ser nasnameyê

Di vê kampa akademîk de ji 10 welatên cuda 40 akademîsyen û kurdologên biyanî amade bûn û di çar rûniştinên sereke de li ser metodolojiya kurdnasiyê, jeopolîtîka Rojhilata Navîn, standardkirina ziman û pirsgirêkên nasnameyê nîqaşên berfireh kirin.

Beşdarên wekî Katya Zagoritou û Dr. Maria Six-Hohenbalken kêfxweşiya xwe ya ji bo vê modela nû anîn ziman û tekez kirin ku ev platform ji bo pêşxistina lêkolînên li ser kurdan bêhempa ye.

Di roja dawî de, bi moderatoriya Dr. Janroj Yilmaz Keleş nîqaşên li ser stratejiyên paşerojê hatin kirin daku bi rûbirûbûna her cûre alozî û zehmetiyên li pêşiya lêkolînan, torên hevkariyê yên navneteweyî werin xurtkirin û di dawiyê de plaketên spasiyê pêşkêşî zanyaran hatin kirin.

Parve bike: