TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

Li Hewlêrê çalakiyên ‘Sînema û Cemawer’ dest pê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 14 nîsan 2026 19:10

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Rêveberiya Sînemayê ya Hewlêrê, projeya "Sînema û Cemawer" li Empire Cinema ya Hewlêrê dide destpêkirin.

Rêveberê Sînemayê ya Hewlêrê Şaxewan Mistefa îro 14ê Nîsanê ragihand, piştî navbereke kurt, ew vê hefteyê çalakiyên projeya "Sînema û Cemawer" nû dikin. Mistefa diyar kir, ji ber meha Remezanê û paşê jî ji ber rewşa aloz û şerê li navçeyê, wan nekarîbû çalakiyên xwe bidomînin, lê niha bi werzê biharê re dîsa vedigerin.

Şaxewan Mistefa da zanîn, di çalakiya yekem a vê hefteyê de, fîlma sînemayî ya bi navê "Sîmayê Xolamêş" tê nîşandan. Derhênerê fîlmê Şaxewan Îdrîs e û hejmarek hunermendên navdar ên Kurdistanê tê de lîstine. Fîlm behsa salên 80yî dike; dema ku rejîma Beasê zilm, koçberî, anfal û jenosîd li ser miletê Kurd dimeşand.

Rêveberê Sînemayê ya Hewlêrê got ku, deriyên wan ji bo hemû çîn û pêkhateyan vekirî ne û wiha pê de çû: "Peyama Kurdistanê, peyameke pêkvejiyanê ye. Çi Kurd bin çi ji neteweyên din bin, her hunermendekî ku projeyeke wî ya hunerî yan fîlmeke wî hebe, em amade ne xizmeta wan bikin û deriyên xwe ji wan re vekin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, projeya "Sînema û Cemawer" roja çarşemê 15ê Nîsana 2026an dest bi nîşandana fîlman dike. Li gorî bernameyê, her hefte fîlmekî sînemayî li Empire Cinema ya Hewlêrê bêpere ji bo gel tê nîşandan.

Parve bike: