TR KU SO
FB X
Çand_û_Hûner

VÎDEO | Hîvron ji bo bîranîna Elçi klîbek belav kir

📅 05 tîrmeh 2019 12:42

PeyamaKurd - Koma Hîvron, helbesta Turkan Elçi ya bi navê ‘Jaro’ ku ji bo hevjînê xwe Tahir Elçi yê ku li Amedê hatibû kuştin nivsandibû kir stran.

Strana Jaro ji Kom Muzîkê derket. Klîba anîmasyonê ku tê de Tahir Elçi û hevjîna wî Turkan Elçi xuya dikin Zarok TVyê amade kiriye. Klîb li ser medya civakî ji aliyê gelek bikarhîneran ve hat belavkirin û şîrovekirin.

GOTINÊN STRANA  JARO WIHA NE:

 Jaro Memo Mem yar e

Cudî buhar e

Can li ser teneşîrê sar e

Bi çûndina te her roj mijdar e

Gelo çima

Bajar di xewa kûr de xewar e

Jaro

Jiyan her tim li me bêsihar e

Memo Mem yar e

Cûdî payîz e

Payîz zer e

Bi çûndina te hinara rengîn

Erd û ezman jar e

Emir li me yek car e

Mixabin nabe dubar e

Memo Mem yar e

Kolan tarî û kevnar e

Şev tarî, bi dizî were

Te digot can li ser tenaşîrê sar e

Rih sar e

Can sar e

Ezbenî rabe sir û seqem e

Îsal ferman li me zor kîndar e.

Hêjayî gotinê ye ku Serokê Baroya Amedê Parêzer û çalakvanê mafê mirovan Tahir Elçi 28ê Mijdara 2015an de li ber Minareya Çarling a Amedê dema daxuyaniyeke li dijî şerî dida hatibû qetilkirin. Heya niha jî kujerên Elçi nehatine eşkerekirin.

 

Parve bike: