TR KU SO
FB X
Cîhan

2 kurd ketin Parlamentoya Danîmarkayê

📅 07 hezîran 2019 12:37

PeyamaKurd -  Ji 179 parlamenterên Parlamentoya Danîmarkayê, cara ewil 2 kurd bûn endamên parlamentoya wî welatî. Halime Oguz di lîsteya Partiya Sosyalîst weke endama Parlamentoya Danîmarkayê hat hilbijartin.

Halîme Oguz derbarê hilbijartinê xwe de wiha axivî:

“Ez Ji 6 saliya xwe û vir ve li Danîmarkayê dijîm û bû deh sal di rêzên Partiya Sosyalîst de xebatê dikim, di hilbijartinên herî dawî yên vî welatî de ez û Laris Aslan wekî 2  kurd, em bûn endamên Parlamentoya Danîmarkayê, partiya min ji 179 kursiyên parlamentoyê, 14 kursî bi dest xistin.”

Oguz di sala 1979an de li Konyayê jidayîk bûye û li welatê Danîmarkayê xwendiye û ji fakulteya edebiyatê, beşa siyaset û peywendiyên navdewletî mezûn bûye.

Oguz: “Laris Aslan ku ji Partiya Sosyalîst Demokrat e û bavê wî Kurdekî ji bajarê Enqerê û dayîka wî jî ji Danîmarkayê ye, weke Kurdek di hilbijartinên Parlamentoya Danîmarkayê de hat hilbijartin. Partiya Sosyalîst Demokrat jî di van hilbijartinên Danîmarkayê de 48 kursiyên parlamentoyê bi dest xistin.”

Roja çarşemê 5ê Hezîrana 2019an Di hilbijartina giştî ya welatê Danîmarkayê de birêve çûbû. Reqabetê di navbera partiyên çep û rast de bihêz bû. Di hilbijartinan de 300 hezar dengderên nû beşdar bûn û yekem car çûn ser sindoqan.


Di hilbijartina Danîmarkayê de Demokratên Sosyal li pêş in

Parve bike: