Cîhan
4 dronên Hûsiyan ên sandibûn ser Siûdî hatin ruxandin
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Erebî ya Erebistina Siûdî pêşengiya wê dike ragihand ku pergala asmanî 4 dronên Hûsiyan yên ber bi başûrê Erebistana Siûdî ve şandibûn bêbandor kirin.
Hevpeymaniyê diyar kir, ev hewldanên Hûsiyan bi armanca tirsandina sivîlan e, lê belê bersiva wan hatiye dayîn.
Herwiha hat ragihandin ku artêşa Yemenê doh Şemiyê li eniya Sirwah a rojavayê Meiribê êrîşeke Hûsiyan têk biriye û piraniya çekdarên Hûsî yên êrîşkar hatine kuştin û birîndarkirin ku hin jî reviyane.
Li aliyê din hatiye diyarkirin, li heman deverê artêşa Yemenê depoyeke çekan a Hûsiyan û hin erebeyên din rûxandine.