Cîhan
Ala Tirkiyê sewitandin
PeyamaKurd- Li Îsraîlê grûbekî bi sedema biryara Tirkiyê ya ku Muze ya Ayasofyayê kirin mizgeft, ala Tirkiyê şewitand. Grûba ku ala Tirkiyê şewitand navê xwe daniye “Însiyatîva Qudsê”. Grûba ku ala Tirkiyê şewitand li ber sefaretxaneya Tirkiyê, ala Tirkiyê ya ku bi xwe re anîbûn şewitandin.
Piştî bûyerê polis, kesê ku ala Tirkiyê şewitand xiste binçav. Li gor ragihandinê kesê ku alê şewitandiye serokê grûbê ye. Grûb ji cihû û Îsewiyan pêk tê.
Grûb di heman wextê de hinek pankartên li dijî Tirkiyê li ser dîwarên sefaretxaneyê daleqandin.