Altan Tan: Dê Saadet mafê Kurdan bide
PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê û berbijêrê niha yê Partiya Seadetê bo hilbijartinên 24ê Hezîranê yên Tirkiyê Altan Tan ragihand ku baweriya partiya wî bi mafê çarenivîsê yê gelê Kurd heye.
Altan Tan got ku partiya Seadetê mafê gelê Kurd li Tirkiyê pesend dike û îdia kir, partiya wî dê peywendiyeke bihêz ligel Herêma Kurdistanê dane û got: “Rêz li biryarên gelê Kurd digire, bi taybetî referendum û mafê çarenivîsê.”
Berbijêrê Partiya Seadetê da zanîn, ku partiya wî ligel wê yekê ye ew sînorên çêkirî yên bûne sedema dabeşkirina Kurd bo çar parçeyan, divê nemînin û dibêje: “Pêwist e rojhilateke navîn a bihêz û bêsînor weke Yekîtiya Ewropayê were pêkanîn.”
Altan Tan amaje bi wê yekê kir, dema ku partiya Seadetê desthilatê werbigre, dê hemû mafên mirovî, wîjdanî û îslamî yê gelê Kurd û xwandina bi zimanê Kurdî bide.
Tan wiha axivî: “Eger Partiya Seadetê desthilatê bidest bixe, soz dide mafê mirovî, wîjdanî û îslamî yê gelê Kurd her ji pênaseya welatîbûnê heta mafê xwendin bi zimanê dayîkê li dibistanên seretayî heta zanîngehan, desthilata xwecihî li navçeyan, heta dighe desthilata herêmî û xweseriyê jî bide.
Di demeke herî kurt de jî peywendiyên xwe ligel Herêma Kurdistanê baştir û berfirehtir dike. Rêz li biryarên gelê Kurd digire, bi taybetî biryara referendûm, mafê çarenivîsê û herwiha wan sînorên çêkirî yên Rojhilata Navîn dabeş kirine red dike û wek nînin dinasîne. Yekîtiya Rojhilata Navîn diparêze wek çawa sînorên Yekîtiya Ewropayê nînin û welatên Balkan û Kafkasyayê jî li xwe digire. Ev pêngava han bi rêya demokrasîbûna Tirkiyê dibe. Herwiha baweriya wê bi nemana sînorên çêkirî heye ku gelê Kurd parçe kirine.”