Amerîka bang li serokkomarê nû yê Îranê kir
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Amerîkayê Ned Price bang li serokkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kir û got bîstek berê dagere dîplomasiyê û muzakereyên nukleerî.
Ned Price, di civîna çapemeniyê ya rojane de got bende ne bê tewrê rêvebiriya nû ya Îranê dê çawabe û dê Amerîka li gor wê bi hevkarên xwe re danûsitendinan bike û bersivê bide. Berdevk Price weha got:
“Peyama bo serokkomar Îbrahîm Reîsî ew e ku em bo berjewendiyên xwe yên netewî amade ne da dagerin ser muzakereyan. Em bang li Îranê dikin ku bîstek berê dagere ser muzakereyan.
Derfeta dagera ser muzakereyan heya bi heya dewam nake lewra em li hukumeta nû ya Îranê bang dikin ku dagere ser dîplomasiyê.”
Reîsî îro son xwar û dest bi wezîfa xwe ya serokkomariyê kir û berê gotibû:
“Pêwiste dorpêçên ser Îranê rabin. Îran bo rakirina dorpêçan, dê her planê dîplomatîk destek bike.”