TR KU SO
FB X
Cîhan

Arakçi: “Me negotiye em ji bo muzakereyan naçin Pakistanê”

Admin M
Nivîskar
📅 04 nîsan 2026 16:33

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi ragihand ku ti carê negotine ku ji bo muzakereyan naçin Pakistanê û şertê Îranê ew e ku ev şerê dane ser pişta Îranê, bi dawî bibe.

Arakçi di 4ê Nîsan a 2026an de roja Şemiyê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand:

“Em sipasdarê hewlên Pakistanêne. Lê ji şertên bi dawî anîna vî şerê ne rewa de, em bi endişe ne. Medya Amerîkayê di mijara muzakereyan de agahiyên şaş dide.”

Arakçi got ku heya niha Amerîka û Îsraîl 4 cara êrîşê ser santrala nuklerî ya Buşehrê kirine, eger ji santralê maddên radyasyonê belav bibe, ne tenê bandorê li Tehranê lê wê li temamê welatên Kendavê bike.

Parve bike: