Axios: Îsraîl û DYA amadekariya êrîşên giran li dijî Îranê dikin
PeyamaKurd - Medyaya Axiosê li ser zarê çavkaniyên amerîkî û îsraîlî yên nêzîkî mijarê ragihand ku Binyamin Netanyahu hewldaneke mezin dide da ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump qayîl bike ku tevlî pênc ji heft rojên êrîşên esmanî yên giran ên li dijî Îranê bibe.
Li gorî heman çavkaniyan, Trump hişyariyên Îsraîlê yên derbarê nûkirina envantera fûze û balafirên bêmirov (dronan) û pêşvebirina bernameyên çekên kîmyayî û biyolojîk ên Îranê de li ber çavan girtine û plana êrîşeke nû ya berfireh dinirxîne.
Çavkaniyeke amerîkî diyar kir ku ji bo rêgirtina li destxistina çekên nukleerî hemû vebijêrk li ser masê ne, û di heman demê de bataryayeke zêde ya parastina esmanî ya Patriotê jî radestî Îsraîlê hatiye kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê destnîşan kirin ku artêşa DYAê di heftiyên borî de bi keştiyên şer, balafirên cengî û bombardumanê hêzeke mezin li herêmê bicî kiriye.
Di doza erêkirina Trump de, plan heye ku êrîşeke kurt û giran li ser depo û rampayên fûze û dronan, tesîsên enerjiyê û baregehên fermandariya qadên Pasevanên Şoreşa Îslamî (IRGC) bê birêvebirin.
Her wiha hat ragihandin ku Îsraîl dixwaze binesaziya elektrîk û enerjiyê ya Îranê jî bîne xwarê, lê Trump heta niha erêkirina dawî nedaye vê plana dawiyê.