Cîhan
Bi jina xwe munaqeşe kir, qirika wê birî û paşî xwe kuşt
PeyamaKurd – Li Tirkiyê li bajarê Sakarya li navça Kocaeliyê li taxa Alandere kesê bi navê Fatih Yılmaz (44) li ber zarokên xwe yên 8,12 û 13 salî bi jina xwe ya bi navê Alev Yılmaz (37) re munaqeşe kir, paşî bi kêrê qirika jina xwe jê kir û wê kuşt. Paşî bi heman kêrê qirika xwe birî û xwe jî kuşt.
Zaroka wî ya 13 salî rewşê gihand polîs û dema polîs bi tîmên tenduristiyê re çûn ciyê rûdanê, dîtin ku Fatih Yılmaz û jina wî Alev Yılmaz mirine. Cenazên wan birin morga nexweşxanê lê rewşa zarokan baş e.