Bi sedema hewa germ li Belçîkayê ji 2 hezarî zêdetir kes mirin
PeyamaKurd – Enstituya Tenduristiyê ya Belçîkayê Sciensano, rêjeyên xwe yên ji dawiya Hezîranê heya serê meha Temmûzê yên ji ber germa zêde mirine aşkera kir.
Enstituyê ragihand ku dema navborî de li gor heman wexta berê ji 2 hezar kes zêdetir ji ber germê mirine. Jimara miriyan li gor sala berê %48 zêdetir bûye ku ev jimar di sala 2020an de 1,557 kes bûne.
Enstitiuyê ragihand ku tevî pêla germê bi dawî bûye jî, girêdayê germê jimara miriyan zêde dibe.
Sciensano rêjeyên ku belav kiriye, tê de tê dîtin ku herêmên Başûr bêhtir bandorê ji germê dîtine û devera herî zêde jê zerarê diye Valonya ye.
HERÊMA VALONYA: Jimara miriyan %77 zêdetir bûye û ji normalê jî 1057 kes zêdetir mirine.
HERÊMA FLAMAN: Girêdayê pêla germê 768 kes zêdetir mirine.
HERÊMA PAYÎTEXT BRÜKSEL: Ji ber germa zêde 188 kes bi zêdayî mirine.