TR KU SO
FB X
Cîhan

Boko Haramê li Kamerûnê 16 sîvîlan kesan kust

Admin M
Nivîskar
📅 07 mijdar 2023 05:02

PeyamaKurd – Li dewleta Kamerûnê ya Afrîkayê êrîşên rêxistina Boko Haramê dewam dikin. Li bakûrê Kamerûnê li navça Limaniyê çekdarên Boko Haramê êrîşê birin ser sîvîlan û di encamê de 16 sîvîl mirin.

Li ser êrîşê, hêzên asayîşê dest bi operasyonan kirin. Boko Haram ji sala 2009an heya niha êrîşên xwe ne tenê li Kamerûnê lê li Çadê û Nîjeryayê jî dewam dike.

Li Kamerûnê ji sala 2009an heya niha ji 20 hezarî zêdetir mirov hatine kuştin.

Ji sala 2015an heya niha Boko Haram êrîşên xwe li welatên Çadê,Nîjer û Nîjeryayê jî nedaye rawestandin.

Parve bike: