TR KU SO
FB X
Cîhan

Bolton di pirtûka xwe de dîyaloga Trump û Erdogan jî eskere dike...

Admin H
Nivîskar
📅 18 hezîran 2020 23:02

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayîşa Niştîmanî yê Amerîka yê berê John Bolton, piştî ku dest ji kar kişand derbarê karûbarên nehênî yên Rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump de, pirtûkek bi navê; “The Room Where It Happened: A White House Memoir" ango “Neynika Koşka Spî: Roja ku tişt tê de qewimîn” nivîsand ku 23yê Hezîranê ew pirtûk tê belav kirin.

Bolton di pirtûkê de zanyariyên nehênî derbarê rêveberiya Trump û Serok Donald Trump de eşkere dike ku Trump ji bo di hilbijartinên seroktiyê de car din bê hilbijartin heta ji serokê Çînê jî piştgirî xwestiye.

Li gorî pirtûka Bolton, Trump rêveberiya Koşka Spî li gorî berjwendiyên xwe yên şexsî bikar tîne û ji bo wî berjewendiyên giştî yên Amerîkayê ne xwedî girîngî ne.

Herwiha di pirtûkê de behsa nameya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a Gulana 2018an ji Trump re şandiye dike û dibêje; Erdogan gotiye, “Cîgirê Rêveberê Giştî yê Halk Bankê Mehmet Hakan Atilla bê tawan e, Trump jî ji Erdogan re gotiye, ew ê vê pirsgirêkê çareser bike piştî ew dadwerên bi ser serokê berê yê Amerîka Barack Obama werin guhertin û dadwerên nêzîkî wî dest bi kar kirin.”

Tê çaverêkirin ev pirtûka John Bolton di kampanyaya hilbijartinên seroktiyê de ziyaneke mezin bide Trump ku ji niha ve li ser Amazonê gelek daxwaz ji bo kirîna wê pirtûkê hatiye kirin ku pirtûk 23yê Hezîranê tê belavkirin.

Herwiha Trump jî pir aciz bûye dixwaze belavkirina wê pirtûkê asteng bike. 

Trump îro li ser Twitterê ragihand ku Bolton dixwaze wî xirab nîşan bide û ew jî ber ku wî ew qewirandiye ye.

Parve bike: