TR KU SO
FB X
Cîhan

Bolton tund axivî: Aqilmendiya Amerîkayê wekî lawazî nehesibînin

Admin H
Nivîskar
📅 24 hezîran 2019 02:45

PeyamaKurd - Şêwirmendê Serokê Amerîkayê yê Asayîşa Netewî John Bolton ragihand ku divê Îran aqilmendiya Amerîka wek lawazî nehesibîne.

Bolton îro yekşemê bal kişand ser xistina firokeya bêmirov a Amerîkayê ji aliyê Îranê ve û biryara vegerandina bersiva leşkerî ya dijî Îranê nirxand.

Bolton diyar kir ku divê Tehran aqilmendiya Amerîkayê wekî lawazî nehesibîne û bibîr xist ku wê fişarên li ser Îranê berdewam bikin.

Bolton da zanîn ku Amerîka mafê xwe yê bersivdanê parastiye bo demeke din û got, wê hin cezayên din roja duşemê li dijî Îranê bêne ragihandin.

Parve bike: