TR KU SO
FB X
Cîhan

Brîtanya: Sedema betalbûna 2 hezar firînan eşkere bû

Admin H
Nivîskar
📅 18 îlon 2026 18:59

PeyamaKurd - Rêveberiya Xizmetên Trafika Hewayî ya Neteweyî ya Brîtanyayê (NATS) ragihand ku ew pirsgirêka ku di hefteya borî de bû sedema betalkirina zêdetirî 2 hezar firînan û li gelek balafirgehan bû sedema qutbûnê, ji ber çewtiyeke nivîsbarî bûye.

CEOyê NATSê Martin Rolfe got ku wan çavkaniya pirsgirêkê di kodê de tespît kiriye û çareseriya wê piştî testên ewlehiyê xistine meriyetê, her wiha destnîşan kir ku ev bûyer bi ti awayî bi midaxeleyeke leşkerî an bûyerên berê ve ne girêdayî ye.

Li aliyê din, piştî ku gelek kompaniyên balafiran wekî Ryanair û Wizz Air ji ber pirsgirêkê banga îstifayê li Serokê NATSê kiribûn û nerazîbûn nîşan dabûn, hate ragihandin ku ev di sê salên dawî de duyemîn arîşeya herî mezin a sîstematîk a NATSê ye.

Parve bike: