TR KU SO
FB X
Cîhan

Burnham û Merz li Berlînê cara yekem civiyan

Admin H
Nivîskar
📅 08 cotmeh 2026 18:04

PeyamaKurd - Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham li Berlînê bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re civiya.

Serokwezîrê Brîtanyayê Andy Burnham di çarçoveya serdana xwe ya ewil a fermî de çû Berlînê û bi Serokwezîrê Almanyayê Friedrich Merz re hate ba hev.

Piştî hevdîtinê, her du serokan ragihandin ku peymana hevkariyê ya di warê ewlekarî, parastin, koçberî û lêkolînên zanistî de ketiye meriyetê.

Merz diyar kir ku bi vê peymanê re xwendekar dê bikarin bêyî vîzeyê tevlî bernameyên guhertinê bibin.

Serokwezîrê Brîtanyayê Burnham jî bal kişand ser girîngiya hevkariyê ya li hemberî êrîşên hîbrîd û gefên li ser pêvajoyên demokratîk.

Têkildarî pirsên li ser vegera Brîtanyayê ya bo Yekîtiya Ewropayê (YE), Burnham behsa Lûtkeya YE-Brîtanyayê ya ku dê di dawiya salê de pêk were kir û da xuyakirin ku ew dixwazin têkiliyên aborî û ewlehiyê kûrtir bikin.

Parve bike: