TR KU SO
FB X
Cîhan

Çavusoglu: “Patriot nebe jî dibe”

Admin M
Nivîskar
📅 10 hezîran 2021 02:48

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu li ser têkiliyên bi Amerîkayê re axifî û got ku Amerîka di gelek mijaran de, ji mesela Lîbyayê heya Sûriyê, ji Derya Sipî heya Derya Reş û Qafqasyayê dixwaze bi Tirkiyê re hevkariyê bike. Li ser mijara kirîna sîstema parastinê ya hewayî, Çavuşoğlu nerm axifî û weha got:

“Îlla ne şerte Patriot bin. Eger Amerîka di mijara Patriotan de garantiyê nade, em dikarin ji hevkarên xwe yên din sîstema parastina hewayî bikirin.”

Axaftina wezîrê karên derve yê Tirkiyê berya ku Biden û Erdoğan di zîrwe ya NATO yê hev bibinin, hat kirin.

Parve bike: