TR KU SO
FB X
Cîhan

CENTCOMê encamên dorpêça deryayî ya ser Îranê ragihand: Hurmiz vekiriye, rêya 55 keştiyan hat guherandin

Admin H
Nivîskar
📅 10 tebax 2026 10:38

PeyamaKurd - Fermandariya Navendî ya Artêşa Amerîkayê (CENTCOM) di çarçoveya dorpêça deryayî ya li ser benderên Îranê de daxuyaniyek belav kir û encamên dawî yên operasyonê eşkere kirin.

Di daxuyaniya CENTCOMê de hat diyar kirin ku dorpêçe li ser Îranê bi tundî berdewam dike û hat diyarkirin ku heta niha rêya 55 keştiyên bazirganî ji bo xetên cihê hatine guherandin, liv û tevgera 2 keştiyan hatibû astengkirin û leşker derketine ser 2 keştiyên din.

Serokê DYAyê Donald Trump tekez kiribû ku ev dorpêça deryayî krîza aborî ya li Îranê kûrtir kiriye û rêveberiya Tehranê xistiye rewşeke dijwar ku nikare meaşên leşkerên xwe jî bide.

Korîdora başûr vekiriye

Li aliyê din CENTCOMê di daxuyaniyeke din de derbarê rewşa Tengava Hurmizê de zanyarî dan û ragihand ku korîdora başûr a derbazgehê ji bo hemû keştiyên bazirganî vekirî ye.

CENTCOMê destnîşan kir ku tevî hemû aloziyan, di 3 mehên dawî de hêzên Amerîkayê alîkariya zêdetirî hezar keştiyan kirine da ku bi silametî di tengavê re derbas bibin û tekez kir ku ev derbasbûn îro jî bênavber berdewam dikin.

Parve bike: