Cîhan
Çîn: Ji 132 rêwî û 9 muretebatên balafirê kes rizgar nebûye
PeyamaKurd – Di 21 ê adarê de li herêma otonom ya Çînê ya bi navê Guangşi Cuangê, balafira rêwiyan ketibû lê encamnameya bûyerê nehatibû ragihandin. Navenda lêgerînê û rizgarkirinê ya li bajarê Vucouyê li navça Tıng ê hatibû avakirin ku balafir li heman deverê ketibû, ragihand ku 132 rêwî û 9 muretebat bi temamî can dane.
Piştî ragihandina encamnameyê kerkes ket sekna rêzgirtinê. Niha xwe gihandine qutiya reş ya balafirê lê perçeyekî jê wendaye û heya nê dîtin, kes nikare sedema ketina balafirê bêje. Eger perçên qutiyê bên dîtin, belkî sedema ketina balafirê aşkera bibe.