TR KU SO
FB X
Cîhan

Civînên meclisa Iraqê ji ber tevgerên terefdarên Sadr rawestiyan

Admin M
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2022 00:12

PeyamaKurd – Serokê meclisa Bexdayê Muhammed Halbûsî ragihand ku bi sedema tevgerên terefdarên Muqteda Es- Sadr, civînên meclisa Bexdayê heya biryarekî dinê hatine rawestandin. Halbûsî ragihandina xwe di rêya ajansa fermî di Iraqê INA yê de bi nivîskî kir. Di nivîsa xwe de got ku Iraq di dewreke zahmet û hesas de derbas dibe, gengeşeyên bi navbera terefên siyasî de di welatên bingeha demokrasiya wan pêşde çûye gelek normale.

Halbûsî ragihand ku sedem çi dibe bila bibe, rêya çareseriyê diyaloge û divê temamê terefên siyasî berjewendiyên dewletê di ser yên xwe de bigrin. Halbûsî bang li çalakvanan kir ku çalakiyên aştiyane bikin û xwedî li malê dewletê derên.

Halbûsî got ku navberdayîna civînên meclisê ji ber ewlehiya xelkê, berpirsiyariyên netewî û mafê destûrê rê dide ku ew navber bidin civînên meclisê. Halbûsî bang li serokwezîr û serokerkan Mustafa Kazimî kir ji bo parastina dezgeyên dewletê û xwepêşandêran tedbîran bistîne.

Îttîfaqa Şîa bûbûn hemfikir ku Muhammed Şiya Sudanî bikin serokwezîrê Iraqê lê Tevegra Sadr li hemberê wî derketibû û gotibû ew kesên xwe di rêvebiriya Iraqê de ceribandine û bi ser neketine, bila car din nebin namzed û namzediya wan qebûl nake. Xwepêşandanên terefdarên Sadr îro jî dewam kirin.

Çalakvan îro jî ketin herêma Kesk û parlementoyê û heya niha tevgerên kirî de 125 kesên leşker û sîvîl birîndar bûne.

Parve bike: