Cîhan
Dewletên Ewrûpayê ji bo Îranê biryar dan!
PeyamaKurd- Yekîtiya Ewrûpayê, Fransa, Brîtanya û Elmanyayê li ser dorpêça li ser Îranê daxuyaniyeke hevpar dan û gotin ku em ê şirketên ku bi Îranê re bazarê dikin, biparêzin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî huqûqa Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Komisyona Ewlehiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê (KEYE) ew ê şirketên Ewrûpî ku bi Îranê re bazarê dikin, biparêzin û di vê mijarê de jî biryara wan jidil e.