TR KU SO
FB X
Cîhan

Di bobelata Musona de li Hindistan û Sri Lanka zêdetirî 100 kes mirin

Admin M
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 16:20

PeyamaKurd – Li Hindistanê ji meha Temmûzê heya niha di felaketên barana musonan de, ji 100 kesî zêdetir mirov mirin. Li welatê Sri Lankayê jî bi sedema barana musonan gelek kes terka xaniyên xwe kirin û di encama baranê de herî kêm 8 kes mirin.

Li gor ragihandina serokwezîrê eyaletê Himanta Biswa Sarma, li Hindistanê di nav eyaletên ku bandorê ji musonan herî zê de dibînin de eyaleta Assamê ye. Li eyaletê li herêma Sivasagarê di encama ku hinek dever di bin avê de mane 47 kes mirine.

Rayedarên eyaletê ji bo destek û rehabîlitasyonê bangî xelkê kir ku alîkariya maddî bikin. Sarma, di ser hesabe xwe yê Xê de ragihand:

“Herifandina li vê derê, ne weka ti herifandinên berê ye. Mirov dikare zerara maddî telafi bike lê ti tazmînatekî nakeve şûna yekî hezkirî.”

Li Hindistanê û welatên li dora wê, dema barana musonê de, tevî pêdiviya cotyaran pê heye jî lê di salên dawiyê de barana musonan bûye ku zerarê jî dide xelkê û rewşa wan dijwar dike.

Parve bike: