Cîhan
Di çarçova dosya Gülistan Doku de parêzger Tuncay Sonel birin Erzeromê
PeyamaKurd – Di dosya Gülistan Doku de ku 6 sale encamekî nedabû, lêpirsîn car din dan destpêkirin û li ser dosyayê parêzgerê berê yê Dêrsimê (Tunceli) Tuncay Sonel li ser biryara serdozgeriya bajarê Erzeromê ew birin Erzeromê.
Sonel li bajarê Xarpêtê (Elazığ) xistin bin çav û birin Erzeromê. Dosya ji aliyê serdozgeriya bajarê Erzeromê de tê meşandin.
Di wendabûna Gülistan Doku de ku ji roja 05.01.2020an de wendabûye û heya niha di dosyayê de ti pêşdeçûnekî nehatibû kirin.
Li Dêrsimê bi sedema di wendabûna Doku de tiliya kurê parêzgerê ber yê bi navê Mustafa Türkay Sonel û parastvanê wî yê polîs Ş.E. heye, ew li Dêrsimê xistibûn bin çav û do biribûn dadgehê.