TR KU SO
FB X
Cîhan

Di ferîbotê de şewat derket: 5 kes mirin û 41 kes wendane

Admin M
Nivîskar
📅 03 tebax 2026 16:42

PeyamaKurd – Li Endonezyayê li eyaleta Jawa Rojhilatê, di derya Jawayê de, di feribota bi navê Mutiara Santosa 2 de şewat derket û di encamê de 5 kes mirin û 41 kes wenda ne.

Ajansa Rizgarkirin û Lêgerînê ragihand ku 225 kesan tehliye kirine. Ferîbota ku ji Surabaya diçû Makassarê tê de 271 kes hebûn. Ji wan 232 kes rêwîne û 39 kes jî muretebatin. Sedema derketina şewatê nehat ragihandin.

Parve bike: